KOVAREK XWENDEKARÎ LI URMIYE HATE DAXISTIN

17:25 - 13 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Kovara Xwendekariya “Rêjne” piştî belavkirina hijmara yekem li Zanîngeha Urmiye, hate daxistin û bi rêveberên wê jî ketin jêr givaşan.

Pêka Kurdpa, Kovara serbixwe a Rêjne ku heyamekê berê li Zanîngeha Urmiye izna weşanê sitandibû, piştî belavkirina hijmara yekem, hate daxistin û beriya belavkirina hijmara duyem hate girtin.

Ev Kovare bi Zimanê Farsî dihate çapkirin û hewla vegutina Dîroka Madan dida.

Di hijmara yekem de Nivîsek bi navê “Tewehhumê Kûruşî” wate Xeyalên Kûruşî derketiye holê û rixne ji Mezin xuyandina Kûruşê Hexamenêşî kiriye.

Di dirêjiya Babetê de Guhartina Dirafê Îranê ji Tumen û Riyalan bi “Parse” karek ne rind hatiye nasandin.

Berpirsên Zanîngehê piştî derçona hijmara Duyemîn,li beriya Belavkirina wê Kovarê sekinîne.

Zivrînerên karûbarên Kovarê Zirarek zaf kişandine lê Idareya Karûbarên Abûriye Zanîngehê çi Berpirsiyartiyek nexistiye Istûyê xwe.

Di salên bihorî de çendîn Kovarên Xwendekarî li Zanîngehên Urmiye hatine daxistin ku hin ji wan nemaze ji: Kurmanc, Mad, Riwange, Herewez û... ku ji aliyê Herasetê ve hatine daxistin.