Kovarek Xwendekarî li kirmaşanê hat daxistin

21:56 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: kovarek Xwendekarî li Zanîngeha Azada Kirmaşanê, ştî sitandina derfeta çapê, izna belavkirinê jê sitandin.

Li gor rapora Ajansa nûçeyî a kurdpa, demekê berî niha, Seccad Teqîpûr, xwendekarê karnasiya ((giyahpizişkî)) Zanîngeha Azada Kirmaşanê, izna çap û belavkirina kovareke xwendekarî a kurdî bi navê “Zarûy Waran” wergirtibû, piştî çap kirina kovara han, ji aliyê beşa ferhengiya Zanîngehê ve hatiye haydar kirin ku nabe ev kovara han were belav kirin. Hêjayê base ku biryar wabû ku ew kovar bi zarava Kelhurî an ku Kirmaşanî bihê weşandin.

Pêka yasaya belovokên xwendekarî, divê 40 ji sedî dirafê xerc bûyî di rêya kovarê de, vegerînin berpirsên kovarê, lê pişka Abûriya Zanîngehê xwe ji wê kiryarê parastiye û ev kar nekiriye.

Zarûy Waran hema tenê kovarek bû ku li destpêka sala 1391’an a rojî li Zanîngehên Kirmaşanê, izna çapê jê re hatibû derkirin.

Li destpêka dehsalên 80’ên rojî ve şîpelek berfireh ji kovarên xwendekarî li herêmên kurdakinciye îranê û Zanîngehên ku kurd têde waneyan dixûnin, det pê kiriye û li Kirmaşanê jî kovarên xwendekarî ên “tirûske” û “birûske” û “bêsitûn” belav dibûn ku piştî sala 1384’ên rojî hatin daxistin û beriya belavkirina wan hat girtin.