KOVARA “VAN TIMES” BI 4 ZIMANAN DIWEŞE

16:07 - 10 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Berê dema vekirina dêra Surp Khaçê ya li gira Akhtamarê rojnameya Van Timesê bi zimanê Ermenî hatibû weşandin.

Ev kovar bi desteka kesên wek Yaşar Kemal, Sarkis Seropyan, Ayşe Hür, Ferhat Kentel, Mehmet Fırat, Hovhannes Shiraz, Şeyhmus Diken bir formata kovarê û bi çar zimanan (Kurdî- Tirkî- Ermenî, Îngîlîzî) tê weşandin.

Kovarê salê carekî dê were weşandin û îsal 8ê îlonê li Wanê dê bê belavkirin. Ewil dê gira Akhtamarê paşê jî gişî bajêr were firotanê. Ji bo jimara ewil surprîzek jî heye. Kartpostala Kincên Ermeniyên Şataxa Wanê dê were diyarkirina xwendevanan.