KOVARA RONAHÎ: BABA TAHIR URYEN KURD E

14:40 - 26 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Kovara Ronahî li Kurdistana Turkiye di hijmara xwe a dawîn de nivîsand, Baba Tahir Uryan Kurd e.

Kovara Çandî – wêjeyiya Ronahî di hijmara dawîn a xwe de bahsa viya kir ku Baba Tahir Uryan Kurd e û di wê warê de Helbestek jî weşand.

Helbesta bi navê “Çarîn” ku hatiye weşandin, bas ji Kurdbûna Baba Tahir dike û bi Fars nasandina wî rixnandiye.

Ev Kovar di navbera 1942-45an de weke pêveka wêneyan a Kovara Hawarê derdiket.

Cara Yekemîn, berpirsên Kovarê rojinbîrên weke Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwîn bûn.

Di sala 1942 heya 1945’an girêdayî hevbenda Mamustayên Oliye Amedê bûye lê niha girêdayî Nivîskarên serbixweye wê bajarê ye.

Heya niha Gelek hewl ji bo daxistina wê Kovarê haiye dayîn lê Nivîskarên bi rêvebere wê Kovarê li ser domandina xebata xwe pêdagirtin û carekî seva wê Yekê serdana Idareya Çandiya Amedê jî kirine û karîne bala wê Idareyê bo aliyê xwe rabikşînin.