KOVARA KURT TARIHI BI FERMÎ HAT PEJIRANDIN

14:19 - 8 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: piştî ku hin hereşe ji kovara “Kurt tarihi” hatin kirin, ev kovar bi fermî hate çapkirin.

Pêka nûçeyê malpera kovara “Kurttarihi”, ev kovar paşî weşandina hijmara yekemîn a xwe, ketibû hemberî hin gefên Nejadperistên Turk lê pişt re ji aliyê Idareya Çandiya Istenbulê ve Izna weşanê bi awayek fermî bû xwediyê Mafê weşanê.

Kovara han yekem kovar e ku li sertaserê Turkiye tê belavkirin û tê de bas ji Dîroka Kurdan û berxwedaniyên wan tê kirin.

Berîtir jî hin kovar û belavokên Kurdî dihatin weşandin lê belê çi yek ji wan heya niha bal nekşandibû ser Dîroka Kurdan.