Korek Helbest xwendinê li bajarê Hewlêrê birêveçû

12:14 - 16 Şibat 2013
Ajasa Kurdpa: Seva Roja Cihanîya Evîndaran (Valintayn)bi pişikdariya Sê helbestvanên Kurd,êware helbest xwendinek li bajarê Hewlêrê birêveçû.

Li gori nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja Pêncşem berwar 14’ê Şibata 2013’an Korek helbest xwendinê seva roja cîhanî a Evîndaran bo helbestvanan “Bihar Husênî, Hêro Mewlodî û Cangîr Berzencî” birêveçû.

Kora han ji aliyê sentera “Rewşenbirî û Civakiya Kurdbîn” bi armanca rêzgirtin ji roja Aşiqan li sentera “Ala” hatibû rêkxistin.

Di birgeyên cûda cûda yên vê korê de her yek ji helbestvana bi xwendina çendîn perçe helbestan rêz û qîmet li roja evîndaran girtin û ev helbest pêşkêş bi evîndaran rastî kirin.