Konsolosxaneya Îranê li Enqerê bû cihê xwenîşandanên destek kirina hepsa Urmiyê+wêne

13:21 - 22 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hejmarek berçav li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, bi armanca piştevanî kirin ji greva birçîbûna Urmiyê, hember konsolosxaneya hikûmeta Îslamiya Îranê, li Enqera paytextê Tirkiyê, xwenîşandanek lidar xistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê hember konsolosxaneya hikûmeta Îslamiya Îranê li Tirkiyê, çalakiyek bo destek kirina zindana Urmiyê birê ve birin.

Di wê kombûna nerazîbûnê de, hindek ji kurdên bjarên cur bi cur ên Rojhelatê Kurdistanê jî beşdarî kiribûn.
\"23733.jpg\"
piştgiriya her çar parçeyên Kurdistanê ji gireve birçîbûna Urmiyê
Yek ji pişikdarên wê xwenîşandanê ajansa Kurdpa re ragihand: Greva birçîbana zêdeyî 30 rojî a girtiyên siyasî ên Urmiyê, bû sedem daku em wê xwenîşandanê li dar bixin û bi hemû awayî bêdengî û reftara nemirovaneya hikûmeta Îslamiya Îarnê hember rewşa xirab a girtiyan şermizar bikin.

Komek 2o kesî ji Rojhelatê Kurditsanê di wê xwenîşandanê de pişkdarî kirin
“Bijî Kurdistan,”bijî berxwedana zindaniyan” û Kurdistan goristana Faşîst (nijadperest) an e, siloganên hatinî qîrîn di wê xwenîşandanê de bûn.

Çalakvanekî siyasî ê Kurd bi navê Helmet Meirûfî bi nûneriya Rojhelatê Kurdsitanê, rewşa dawî a girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiyê, bi zaraweyên Soranî, Kurmancî û Farsî bo xwenîşanderan şirove kir.

Ew kombûne ser daxwaza partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê, bi armanca destek kirina girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiyê ku 30 û çend roje di greva birçîbûne de ne, hat lidar xistin.

\"23732.jpg\"

\"23731.jpg\"

\"23730.jpg\"

\"23734.jpg\"

\"23736.jpg\"