Konferansek li ser Helbest û Wêjeya Kurdî a Kurmancên Kurdistana Îranê birêve diçe

17:20 - 24 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li destpêka meha Banemer a sala 1392 a rojî, li Hewlêra payetexta herêma Kurdistanê, konferansek li ser “Rewşa Helbest û Wêjeya Kurmancên Kurdistana Îranê”birêve diçe.

Azad Makoyî yek ji birêveberên konferansê li dîmaneyek taybetî de bi Ajansa Kurdpa ragehand: Konferans ji aliyê “Yekîtiya Nivîskarên Kurd” va bê li dar \"10871.jpg\"
. Konferans taybetî li ser helbest û wêjeya “Kurmancî “li Kurdistana Îranê bisekine .

Gotaran dikarin bi awayê devkî û nivîskî bihên pêşkeş kirin kesên ku dixwazin beşdar bin dikarin mijara (mozûa) nivîs an gotara xwe ji me ra bişînin ku em jî giştan bi hevra ji birêveberên konferansê ra bişînin. hemû Xercê çûn û hatin û mayînê li ser ustuyê birêveberên konferansê ye .