KONFERANSA ÊZIDIYAN LI AMEDÊ

14:48 - 17 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Komîsyona Bawerî û Kêmaran a Kongreya Civaka Demokratîk dê li Amedê konferansa Êzdiyan a bi şîara “Em xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn” li dar dixe û di konferansê de wê rewşa Êzdiyan bê nîqaşkirin

Li gor ragîhandina Konfransê, Konferansa Êzdiyan a bi navê “Em xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn” a ji aliyê Komîsyona Baweriyan a KCD’ê ve tê organîzekirin dê di 17-18’ê Çiriya Pêşîn de li Amedê pêk bê.

Di wê Konfransê de dê bê gotin ku li Rojhilata Navîn gelek guherîn çêdibin divê Êzdî di vê guherînê de rolê bilizin Dê di konferansê de daxwaz û baweriyên Êzdiyan bên nîqaşkirin.

Di Konfransa han de biryar e gelek ji nivîskar û rojinbîrên Kurd, gotarên xwe pêîşkeş bikin.

Duruşma Konfransê ewa ye: “Emê xwe bi rêkxistin bikin heya azadiyê”.