KOMHELBESTÊN KELHURÎ PIŞTÎ 6 HEYVAN CAR DIN WEŞIYAN

20:08 - 11 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Komhelbestên Kurdiye Kelhurî a bi navê “Waja” piştî 6 Heyvan derbazbûn ji weşana Yekem, car din hate weşandin.

Pertûka Helbestên “Waja” jji nivîskarê Îlamê “Mistefa Beygî” ye ku ji aliyê weşanxaneya “Gotar” ve hatiye çapkirin.

Ew Komhelbest ji 30 Çarxiştekên Kurdî pêk tê.

Kamran Rehîmî ê nivîskarê Kurde Kelhur, şaşgiriyên wê Pertûkê li istû bûye û Zahir Sarayî jî ew pertûk kiriye Farsî.

Di wê pertûkê de “Ihsan Mihemed Rehîmî” heman helbest bi Pîtên Latîn jî li rex kêleka Pîtên Erebî, nivîsandine.