Komeleya Mafên Mirovan: Metirsiya komkujiyê di Kurdistana Tirkiyê de heye

20:42 - 24 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê daxuyaniyek belav kir, û têde bas ji metirsiya komkujiyan di Kurdistana Tirkiyê de kir, û daxwaz ji hêz û aliyên demokrat û civaka navneteweyî kir ku bi hawara xelkê Kurdistana Bakur de herin.

Li gora vê daxuyaniyê xelkê çendîn bajarên Kurdistana Tirkiyê wekî akinciyên navçeya Sûr a Amedê, Nisêbîn, û...hwd hatine neçarkirin ku mal û halê xwe bi cih bihêlin, lewra ew di rewşeke pirr dijwar û hestiyar û neyasayî de jiyan dikin. Deshilatdarên Tirkiyê bona serkutkirina hin kesên çekdar ku çeperan û rêbendan çêdikin, siyaseta serkutkirina hemû xelkê herêmê û binpêkirina mafên mirovan bi riyên herî tundûtîj bi kar tîne, û xelk li jêr êrîşên herî tund yên hêzên ewlehiya Tirkiyê, hêzên polîs ên taybet bi operasyonan, û bi taybetî tîmek bi navê “ Tîma Esedullah” de ne ku ew girûpeke çekdar a faşîst û cehadî ye.

Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê herwisa radigehîne ku: “Di Navbera rojên 24.07.2015 -09.12.2015’an, 157 kesên medenî canê xwe ji dest dane. Lê hejmara kuştiyên kesên çekdar di ber destên me de nînin, jiber ku ew şer şerekî qirêj û pirr ji tundûtîjiyê ye. Dezgeha Dadweriyê ya Tirkiyê ji kar ketiye”.

Di beşeke din ya daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan de hatiye: “Ji roja 16.08.2015’an ve heya niha dewleta Tirkiyê 32 caran rewşa awarte li heşt navçeyên Amedê, û 9 caran li sê herêmên Mêrdînê, 7 caran rewşa awarte li du herêmên Şirnaxê, û 4 caran rewşa awarte û qedexeya hatûçûnê li herêmeke Hekariyê, û herwisa li herêmên wekî Mûş, Warto, Batman, Sason,Elazîx, û Arîcakê ragehandine”.

Komeleya Mafên Mirovan digel vê ku bas ji beşdariya fermandarên payebilind yên arteşa Tirkiyê ji 14.12.2015’an şûnda di van êrîşan de dikin, bas ji vê jî dike ku dewleta Tirkiyê wekî dehka 1990’î siyaseta serkutkirinê bi kar tîne, û ew şer şerekî qirêj, tundûtîj û bê encam e, û Tirkiyê hemû qewl û sozên xwe yên ku derheq berçavgirtina mafên mirovan dane Saziya Mafên Mirovan ya NY û Yekîtiya Ewropayê binpê kirine”.

Herçend sala 2012’an dewleta Tirkiyê û PKK lihev kirin ku şer ragirin, û PKK gerîlayên xwe bi tewawî ji xaka Kurdistana Bakur vekişîne, lê ew lihevkirin ser negirt, û cardin şer û pevçûnan dest pê kir, ku her yek ji wan aliyan hevdu bi têkdana piroseya aştiyê tawanbar dikin.