Komek li çalakvanên medenî yên “Yarsan” bona piştîwanîkirin li endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan, “Xeyrulah Heqcûyan” dest avêtine bi gireva birçîbûnê

18:26 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Yekşemî 13ê Pûşperê, çalakvanin medenî yên Yarsanan wekî “Siyawuş Heyatî, Seyîd Emîn Ebasî, Daryûş Heyderî, Şarox Saîmiyan, Peyman Rizayî û Noşad Tahîrî, bona piştîvanîkirin  li endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan, “Xeyrulah Heqcûyan” dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Wan çalakvanên medenî yên Yarsanan bona peywendîgirtin digel “Xeyrulah Heqcûyan”, bo heyama 48 demjêmiran, digel navbirî dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Sibêdeha roja Dûşemî 7 Pûşperê, endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan, “Xeyrulah Heqcûyan” hate binçavkirin û bo girtîgeha Dêzilawa ya bajarê Kirmanşanê hate veguhastin.

Navbirî ji aliyê Dadstanê bajarê Sehne yê ser bi Kirmanşanê hatibû gazîkirin û piştî bidawîhatina lêpirsînê bi tohmeta “bêrêzî bi berpirsan û pîroziyên hikûmeta Îranê” û qebûlnekirina barimteya 500 milyon tumenî bona azadiya demkî û herwisa qebûlnekirina tohmeta ku bi dijî wî sepandine, bo girtîgeha Dêzilawa ya bajarê Kirmanşanê hate veguhastin.

endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan ji destpika binçavkirinê de  heta niha dest bi gireva birçîbûnê kiriye.