Kombûna protesto ya karbidestên dezgeha parastina jînga Îlam bi hegera ji kar derxistina wan

18:15 - 27 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: jimarik ji karbidestên dezgeha parastina jînge(Hifazetê mohîtê zist)a parêzgeha Îlam, bi nûşandeka protesto kirina ji kar derxistina wan, ber derê meclisa islamî li şarê Tehran de, kombûna protesto kirinê, anîn pê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, 15 kes ji karbidestên dezgeha parastina jînga parêzgeha Îlam, xêncî bi xetabar zanîna berpirsêb vê dezgehê, daxwaz ji kirine ku, wan wegerînin ser karê xwe.

Ew 15 kes, roja yekşem, 4ê Xezelwer, 26 October 2014 de, ber derê meclisa islamiya Îran, kom bûn û daxwaz ji nûnerên parêzgeha Îlamê kirine ku bi dû pirsgirêk û astengên wan bikevin.

Li vê barê de, berpirsê giştiyê dezgeha parastina jînga Îlam bi nûçe gihaniya ISNA gotiye: ew 15 kes, karbidestên katiyê peyman bestîne(girêbestî, pêymanî) û niha ji dema girêbesta wan kuta bûye û pirsgirêkên ekonomik û bûdje jî, li nû nekirina girêbestên wan de rol hebûye.

Ev 15 karbidest, awirê wan ewe ku, derxistina wan ser kar, çi maineyik çinine û li vê barê de, dezgeha parastina jînga parêzgehê xetabat dizanin.

Karbidestên ji kar derxistî, xwesta xwe bi ciyên mîna; parêzgehê, dezgeha kar û meclisa islamîûçend senterên hukûmiyên din, gîhandine lê, heya niha, çi bersivik wernegirtine.

15 fermanberên derxistiyê dezgeha parastina jînga Îlam, eşkere kirine ku, parêzgeha Îlam û dora vê, bi hegera jingeyik berpan û keskatiya zaf, pêvîstî bi jimarik zêdetira personel heye û ber hindê, derxistina me, çi manayik çinine.

Girêbesta van karbidestan, bo 2 salan bûye.