Komarxwazên Amerîkî binpêkirna mafên mirovan û bernameya Navokî a Îranê berçav digrin

20:58 - 20 Çirriya paşîn 2014
Ajansa kurdpa: Binpêkirina mafên mirovan û pirograma Navokî, girîngtirîn mijarên peywendîdar bi Îranê, li Amerîkayê de ne ku di heyamê 2 rojên borî, li danûstandinên Viyenayê de hat weşand in.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Yasadanên her 2 partiyên demûkrat û komarxwaz, di parlamentoya Nûnerên Amerîkayê de, hikûmeta Îslamiya Îranê, bi binpêkirina Mafên mirovan tawanbar kirin.

Ew biryarname ku şeva boî hat erê kirin, nûnerên komarxwaz roleke ber bi çav di pêkanîna vê de ji xwe nîşan dan.

Tepeser kirina çalakvanên mafên mirovan, rojnamevan, kuştina dijberên xwe, ji girîngtirîn haletên binpêkirina mafên mirovan li Îranê tên hejmartin.

Biryarnameya han ku bi Biryarnameya 754 tê naskirin, bi piştevaniya“raporta azadiyên olî ên komîsiyona Amerîkayê li sala 2014’an û raporta nû a Ehmed Şehîd,” hatiye amade kirin.

Ew biryarname, hevdem ligel protistokirina Îranê li komîteya sêyem a konseya giştî a NY û danûstandinên Viyenayê de hat Erê kirin.

\"23255.jpg\"
Êd Rowîs bo careke din bo serokê komîteya peywendiyên derekî ên Parlamentoya Nûnerên Amerîkayê
Ji aliyekî din ve zêdeyî 40 senatorên Amerkî di nameyekî de bo serkomarê welatên xwe, ragihandin ku divê pirogirama mûşekî a Îranê jî di wan gotûbêjan de, bê ber çav girtin.

Nûçegihaniya Tesnîm li gor raporta Wal Istirît îlan kir: Tevahiya
Senatorên komarxwaz dixwazin ambargoyên aborî bi aweyekî tund bi ser Îranê de bên pesend kirin û der heq vê mijarê de nameyek îmza kirin.

Ev nameye ku bi serpereştiya Mark kirêk û Mark Robîw senatorên Komarxwaz hatiye amadekirin, ji Barak Obama hatiye xwestin daku çarçoveya gotûbêjan bi awayekî bê darştin daku pirsa bernameya mûşekiya Îranê jî di nav danûstandinan de bê nîqaş kirin.

Di nameya wan 43 senatoran bi Obama de hatitye: Di mehên pêş me de emê hewl bidin zext û givaşan bixin ser Îranê heya kû Îran dev ji pirograma Navokî ber de û di peywendiyên ligel cîhanê, riya aştiyê bigre ber xwe.

Di hilbijardinên wê dawiyê yên Kongirêsa Amerîkayê de, Komarîxwazan her du Parlamentoyê Sêna û Parlamena Nûneran bi dest xwe ve anîn û roja borî jî Êd Rowîs bo careke din wek serokê komîteya derekî a parlamena Nûneran qebûl kirin.

Êd Rowîs ji sal 1993 li wê komîteyê de bûye û ji alîgirên ambargoyên qaşoyî Îranê ye ku pêştir jî dij bi Îranê daxuyaniyeke tund ji xwe nîşan dabû. Nav birî di daxuyaniya roja Çarşemî tekez kiribû: komîteya bin destûra wî de, bo givaş li ser Îranê, ê hemû hewla xwe bimeşîne, daku Îran nikaribe Atonê çê bike.

Li Îranê jî, serokê Navenda Wizeya Atomî, ragihand ku ew tu çavdêr yan pêvajoyeke taybet deheq bernameya Navokî de, napejirîn e. Her wisa Elî Ekber Salihî, veguhastina şewatek (Sûxt) a Nûklerî, bo derveyî welat derew derxist.