Koma “Dawet”ê a Parêzgeha Sine, di Fistîvala leyizên Herêmî de pileya yekê bi set xistin

14:15 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Koma “Dawet”ê a Merîwana Sine, di Fistîvala leyizên Herêmî de ku li Parêzgeha Zencanê hat danîn, pileya yekê bi set xistin.

Ev Fistîval bi pişkdariya 270 leyizkarên mêr li 26 Parêzgehan û li rojên 27 û 28’ên pûşûperê li Sultaniye a Zencanê hat danîn.

Malpera leyizên Sine belav kiriye, ev Fistîval li hev hatibû li 12 leyizan û li her Parêzgehakî zafir ji 12 leyizvanan pişkdar bibûn.

Pişkên wê Fistîvalê ewna bûn: lêxistina nîşaneyan li keviran, tîravêjî li ser hesp, Koma Hesp siwaran, Alif kêşan, Mosîqaya Nawçeyî, hatin bi pêyekî, tîrhavêjî, avêtina giranayî û htd...