Koma Civaka Kurdistanê îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd û êrîşa mûşekî ya bo ser binkeyên Demokrat şermezar kir

17:19 - 11 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Serokatiya Hevpar ya Şêvra Birêveber a “KCK”ê bidarvekirina 3 girtiyên siyasî yên Kurd û êrîşa mûşekî ya Hikûmeta Îranê bo ser binke û baregehên Demokrat yên li bajarê Koyê a Herêma Kurdistana Başûr, bi tundî şermezar kir.

Rêveberiya Hevpar ya Şêvra Koma Civaka Kurdistan “KCK”ê bi belavkirina daxuyaniyekê, bidarvekirina “Zanyar û Loqman Muradî” û “Ramîn Husênpenahî” û êrîşa bo ser binke û baregehên Demokrat şermezar kir.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku:

Hejmareke zêde ji nifûsa welatê Îranê gelê Kurd pêk tîne, lê gelê Kurd di Îranê de ji hemû mafê yasayî yê xwe bê par e, xwebirêvebirin li gorî azadiya hebûnê, zimanê dayîkê û kulturê di Îranê tuneya, û her ev yeka jî bûye sedem ku di navbera rejîma Îranê û gelê Kurd de şer û pevçûn çê be, bi lidarvekirin. Bi êrîş û xistina givaşan li ser gelê Kurd de pirsgirêkên wiha nayên çareserkirin, belku zêdetir tevlîhev dibin.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye ku: Hekî pirsgirêk wekî dîroka berê a Îranê yan jî li gorî olê Îslamê ku azadiyê rewa dizane, berçav bê giritin gellek pirsigirêk wê çareser bin, hekî xwebirêvebirin di Îranê pêk bê, gelê Kurd jî wê bigihîje jiyana azad û demokratîk, lê reftara niha ya rejîma Îranê ne li gorî dîroka berê ya Îranê ye, û ne jî li gorî Îslamê ye, belku li gorî dewlet û neteweya modern a kapîtalîsît kar dike, û li gorî berjewendiyên dewleta navendî û xwedî desthilat kar dike, her ev yeka jî bûye sebeba pêk hatina gellek pirsgirêkan.

Koma Civaka Kurdistan (KCK)ê di vê daxuyaniyê de daye zelal kirin ku:

Rejîma Îranê bi lidarvekirina ciwanên Kurd û êrîşa rakêtan pirgirêkan kûrtir dike, û riya çareseriya demokratîk nahêle, û ev dizanin ku pirsgirêkên wiha bi şer û pevçûnan nayên çareserkirin û dibe dev li şer berdin.

“KCK” ji Hikûmeta Îranê re îlan kiriye ku: Dema ku mafê gelê Kurd di yasaya bingehîn de bi fermî hatiye naskirin, li gorî wê kar bikin.

Koma Civaka Kurdistan (KCK) ev yeka jî zêde kiriye ku:

Em ji dewleta Îranê dixwazin da ku dev ji siyasetên xwe yên lidijî gelê Kurd berde û hewl bide pişgirêkên gelê Kurd ji riya Demokratîk çareser bike, hekî Îranê di vê aliyê de gavan biavêje, partî û hêzên gelê Kurd jî wê gavan bo çareseriyê biavêjin, cihê erêkirinê nine ku daxwazên rewa yên gelê Kurd ji riya zilm û zorê û bi destê sîxor û kirêgirtiyan ve bêdeng bike.

Di dawiya vê daxuyaniyê de hatiye: Em li ser vê baweriyê ne ku, bîranîna şehîdên ku hatine îdamkirin û şehîdên êrîşa bombebarana rejîmê bi azadiya Kurdistan û Demokratîkbûna Kurdistana Rojhilat bilind tê ragirtin, û sersaxiyê dibêjine malbatên şehîdan, û hêviya başbûna zûtir ji birîndanran re dixwazin.