Kolbnerekî Kurd bi teqeye rasteras a hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

17:20 - 13 Gulan 2020

Roja Sêşemî 23`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Kamran Mewlaniya” kurê “Îsmaîl” yê temen 32 salî û xelkê gundê “Gewelan” a ser bi bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerên hikûmeta Îranê, ew kolberê Kurd digel hejmarek ji kolberên din bi bê agehdar kirina berê dane ber gulleyan.

“Kamran Mewlaniya” xwedî mal û bavê keçeke kêm temen e.

Di wê derheqê de, evareya roja Înê 19`ê Banemer, hejmarek ji kolberan li sînorê “Belesûra Xwarê” ya ser bi bajarê Xoyê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve teqe ji wan hate kirin û di encama teqeya wan hêzan de, kolberekî Kurd yê bi navê “Luqman Çarguşe” canê xwe ji dest daû û du kolberên din yên bi navên “Mensûr Çarguşe û Mêysem Mihemedî”, bi tûndî hatine birîndarkirin.