Kolberk li ser sînorê bajarê Baneyê hate birîndarkirin

17:57 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Şemî 19`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Muxtar Şerîfî”, xelkê gundê “Mencîlan” ê ser bi devera Neşmîr a bajarê Baneyê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî, li ser sînorê wî bajarî hate birîndar kirin .

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew Kolbere bi awayê rasterast dane ber gulleyan.

Ew kolbere bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê hatiye veguhastin û niha di bin çavediriya pizîşkiyê deye.

Herwisa di wê derheqê de, Roja Înê 18`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ebdulezîz Hacîpûr” temen 43 salî, kurê “Ebdulcebar” û xelkê gundê “Çiryava” yê ser bi devera Mirgewer, li encama teqeya rasterast a Spaha Pasdaran li ser sînorê Urmiyê canê xwe ji dest dabû.