Kolberik Kurd xencî bêrêzî pê kirinê hate girtin

12:19 - 23 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: hêzên milîtarên hukûmeta islamiya Îran li dewera Newsûd, xêncî bêrêzî kirin bi Kolberik Kurd, ew girtin.

Gorekîraporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva 1ê Reşemê, Kolberik Kurd bi navê receb Şêxanî, li ciyik bi navê Şaxî(çiya) Qelaga, ji aliyê hêzên milîtarî de hate girtin û paşî kete ber kutan û bêrêzî kirinê.

Bi gotina serekaniyik agadar, Receb Şêxanî ji aliyê hêzên milîtarên paygaha Birûnî li Newsûd de, dane ber keviran û li sedem de dev û didanê vî şikestiye.

Serekaniya vê nûçê ew jî got ku ew Kolberê Kurd, bi tinê bi tawana berev kirina pêjîna jiyanê, bêrêzî pê kirine û midê 2 rojane ku hatiye girtin.

Kolberî, karik bi neçarî û pir ji metirsiye, ku kesê kolber bi hilgirtina bar û birin bi ciyik din, pêjîna xwe berev dike û bi gotina Kolberan bixwe, heke derfeta karik hêja bo wan hebe, ew rû bi kolberiyê nakin.

Mideyik pêş nihade jî, 3 Kolberên Kurd ji xelkên şarê Pawê bi navên Zekerya Mohemmedî, Dîdar Qadirî û Loqman Nazî, ji aliyê hêzên milîtarên hukûmeta islamiya Îranê de hatibûn girtin.

Dadgeha şarê Pawê bo berdana van 3 Kolberan, daiwa 900,000,000 tûmenan barmite ji van kiriye.

Kolberên Kurd bi dom, ji aliyê hêzên milîtarên hukûmete islamiya Îranê de dikevin bin bandoran û ev bandor jî xwe zêdetir ji kuştin û birûndar kirina kolberên Kurd de xwe şanî dide.