Kolberik Kurd li sînorê Başmax canê xwe ji dest da

21:00 - 8 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdap: Kolberik Kurd li bajarça(Bazarça) sînorê Başmax, li sedem qewimiya trafik de caneê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li kutayiya heftiya borî de, çon-hatina kamiyonên bar hilgir li serhedê şarê Merîvan- Herêma Kurdistana Êraq de canê Kolberik Kurd bi navê “ Enver” jê sitand.

Ew ji welatiyên şarê Seqize ku bo berev kirina pêjîna jiyanê bi karê pir ji metirsiya Kolberî ser sînoran de rû kiribû.

Serekaniyik agdar ji sînorê Başmax de bi raportêrê Kurdpa got: rewşa xirab û ne-standard bûna rêkên bi bazarçê û çon-hatina ji rade derketiya wesaîtan û yên bar hilgir, sedema alozî li vê bajarçêye ku pêşhatên ha diqewimin.

Qewimî li roja 13ê heyva Azer de hate pêş û Pêncşema heftiyê de, termê Enver bi malbata vî hate dan.

Bajar(Bazar)ça sersînoriya Başmax bi dûratiya 17Km ya rojavaya şarê Merîwanê deye li tenişta gundê serhediyê Başmax û gorekî gotina berpirsên parêzgeha Kurdistan, li roj de nêzî 1000 kamiyon ji rêka Sine-Merîwan û Başmax û berwajî çon-hatinê dikin.