Kolberik ji Serdeşt, bi şêlikiya hêzên şekdar, bû qurbanî

13:35 - 10 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: li doma şêlikîû kuştina kolber û kasibkarên ser sînoran, ji aliyê hêzên milîtarî yên komara islamiya Îranê de, kolberik ji kurdên dewera Serdeşt, bi şêlikiya hêzên milîtarî, raguhastiyê nexweşxanê kirin.

Gorekî raporat ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, kolberik Kurd, ji xelkê gundê Bêjwê li dewera Serdeşt, bi navê Ramyar Ibrahîmî, ji aliyê hêzên şekdarên hukûmeta islamiya Îranê de, ketiye ber şêlikiyêû bi dujwarî bîrîndar bûye.

Bi gotina kesên wir, ev kolberê Kurd, gulleyik bi serê vî ketiye û li sedem de raguhasiyê yekik ji senterên midîkal li şarê Ormî kirine.

Tê gotin, Ramyar Ibrahîmî, bi hegera dujwariya birînê, li pişka ICU li nexweşxana Ormiyê de, li rewşa koma deye û duxtor, rewşa tendurustiya vê zor xirab ragihandine.

Bi pişrast kirin bi statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li demsala havîna îsal(heyva Pûşper) de, 5 kolberên Kurd, bi şêlikiya rastersata hêzên milîtarîûçekdarên hukûmeta islamiya Îranê, hatine kuştin û 12 jî hatine birîndar kirinê.

Serweyî bi dom bûna prosa kuştina kolberan bi destê hêzên milîtarîûşermezar kirina kiryarên hêzên milîtarî ji aliyê senterên naw-netewî yên mafê mirov de, aliyên têkil çi helwîstik şanî nekirine û zor caran jî senter û berpirsên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê, biryara şêlikî kirina rasterast didin.