Kolberik ji Pîranşar, bi şêlikiya hêzên milîtarî yê ser sînoran hate birîndar kirin

13:25 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: Kolberik Kurd ji xelkê dewera Pîranşar, bi şêlikiya rasterasta hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê bû qurbanî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; saet 9êşeva borî de, kolberik Kurd bi navê Eyyûb Feqî Zadê, 26 salî, ji xelkê Kone Lajana Pîranşar, bi şêlikiya rasterasta hêzên çekdarên hêza ser sînor( Heng ê Merzî)a Pîranşar, hate birîndar kirinê.

Serekaniyik agadar, xêncî pişrast kirina vê nûçê, bi ajansa Kurdpa ragihand: Eyyûb Feqî Zadê, xwedî jin û zarokike, ku bo berhev kirina pêjîna jiyana xwe, kolberî dikir.

Ew jî got: hêzên çekdar, li ciyik bi navê Berd û Naz de, daf(Pusî,Kemîn) bo kolberan danîne ûşêlikî bi wan kirine.

Wê serekaniyê ew jî eşkere kir ku; Eyyûb Feqî Zadê, ji aliyê kolberên din de, bi nexweşxana şarê Diyana(Soran), li Herêma Kurdistanê de hatibû raguhastijn û bin çavdêriya duxtoriyê deye.