kolberik ji Pîranşar bi şêlikiya hêzên intizamî hate kuştin

21:26 - 3 Hezîran 2014
ajansa Kurdpa: kolberik Kurd yê 32 salî li bilindiyên çiyayên Qendîl, bi şêlikiya rasterasta hêzên intizamî yên hukûmeta islamiya Îranê hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Duşem, 12ê Cozerdan, 2 June 2014, kolberik Kurd bi navê Ibrahîm Resûlî, kurê Mehmûd, ji xelkê gundê Girde Şînan, li sedem şêlikiya hêzên intizamiyên şarê Pîranşar hate kuştin.

Ev welatiyê Kurd ku xwedî jin û zarok bûye, li ciyik bi navê Nêr Gijan de ketiye ber şêlikiyêû li sedem de canê xwe ji dest daye.

Bi gotina kesik agadar, Ibarahîm ku bi navê Hacî goy qit( Heci Guh tik), tê nas kirin, çi tiştik tev nebûye û xwestiye bi amanca berev kirina pêjîna jiyana xwe û jin û 4 zarokên xwe, serdana sînorên Herêma Kurdistanê bike.

Ew welatî ku nexwest navê wî bê eşkere kirin, ew jî got: hêzên intizamî, paşî kuştina Ibrahîm Resûlî, termê vî bi hespik girê didin û paşî bi rev ketina hesp, termê vî kolberê Kurd zor xirab bûye û bi zehmetî ji aliyê kesên vî de hatiye nas kirin.

Tê gotin hemen rojê, hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îran, zêdetir ji 15 hespên bar hilgirên welatiyên Kurd li bilindiyên çiyayê Qendîlê de kuştine û 60 hesp jî zewt kirine.

Çend roj pêş niha de jî, li doma kuştina Kolberên Kurd de, Tofîq Yûsifî, 35 salî, ji xelkê dewera Selmas, li dewera sînorên Ormî de, bi şêlikiya hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê de, canê xwe ji dest dabû.

Kuştina Kolberan û ewên ku li ser sînoran bi dû parî-nanikin, tim didome û heya niha, 2 car Ehmed Şehîd, raportêrê taybet yê UN bo karên mafê mirovêÎran, rexne ji polîtîka hukûmeta Îran û kuştina Kolberên Kurd li ser sînoran de girtiye.