Kolberên Kurd bi awayên berdewam dibin armanca gulleyan

16:13 - 9 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd yên xelkên bajarên Serdeşt û Pîranşarê bûne armanca teqeya rasterast a gulleyên hêzên întizamî yên hikûmeta Îranê.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, şeva Pêncşemî 7`ê Hezîranê, hêzên hikûmeta Îranê yên ku di binkeya “Kepran” a bajarê Serdeştê de cihgîr in, gulle li ser hejmarek ji kolberên vê deverê de reşandine, û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Eskender .F” kurê “Hemze” ji ber vê gullereşandinê jiyana xwe ji dest daye.

Li gora gotina çavkaniya haydar ya di vê derheqê de, hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê haydarkirina pêştir a van kolberan, teqe li van kirine.

Li gora gotina vê çavkaniyê, termê vî kolberê Kurd, ji bo pizişkê yasayî ya bajarê Urmiyê veguhastine, û heyanî niha jî termê vî kolberî radetsî malbata wî nehatiye kirin.

Hêjayî basê ye ku hevdem digel vê bûyera dilêş a li bajarê Serdeştê, hejmarek kolberên Kurd di bilindahiyên “Spîrêz” a bajarê Pîranşarê di cihê bi navê “Xêvetgeh” de dikevine bosyeya hêzên leşkerî û di encama gullereşandina hêzên leşkerî de, kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Silêman Pûrse`îd” kurê “Taha” xelkê gundê “Geplesen” a girêdayî bajarê Pîranşarê bi dijwarî birîndar dibe.

Ev kolberê Kurd ji bo çareseriyên pizişkî ji bo navenda dermanî a bajarê Pîranşarê şandine.

Pêştir jî “Husên Ehmedîniyaz” parêzerê pile yek ê dozgeriyê di vê derheqê de ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandibû ku: “Kolberî nîşaneya rewşa xirab a aborî û nevegeşîna Kurdistanê ye”.

Herwisa navbirî gotiye ku: “Deverên Îranê yên ku Kurd lê akincîne, dibe bibe cemsereke çalak di warê pêşkevtina aborî û xwedîkirina pez, geştiyarî, biyavên bazrganî, lê mixabin rewş berevajiyê vê yekê nîşan dide.