Kolberên Kurd bênavber rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên Îranê dibin

22:06 - 3 Şibat 2019
Ajansa Kurpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndarbû.

li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya \"Kurdpa\"yê, roja Şemî 13`ê Rêbendê, Kolberê Kurd yê bi navê \"Usman Kilawgîz\" bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li nêzîkî gundê “Nêrwan” a girêdayî bajarê Bane, hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew kolberê Kurd bi sedema gullereşandina rastera ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndarbûye, û bo Çareseriyên pîzişkî bo navendên dermanî yên bajarê Bane veguhastine.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn kuhêzên leşkerî yên hikûmetê dema ku ew dane ber gulleyan her di şûnda dest bi ser kelopelên wî de girtine.

Her di vê derheqê de, roja Înê 12ê Rêbendanê, desteyek jî kolberên din yên Kurd li nêzîkî gundê “Bîtûş” girêdayî bajarê Serdeştê, rastî bosya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibûn û bi bê agehdarkirina pêştir ew dabûne bergulleyan.