Kolberên Herêma Serdeştê hêzên dewletê çek kirin

16:10 - 30 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li herêma Serdeştê tevî Kolberên herêmê tûşî şer û pevçûnê bûn û li encam de çekên wan ji aliyê xelkê ji wan hetin sitandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja bihûrî hêzên Întizamî yên dewleta Îranê li herêma Serdeştê êrişî ser kasibkarên gundê “Herzinê” kirin û dest bi ser barên wan de girtin û li encam de dinavbera xelkê û hêzên dewletê de şer û pevçûn çêbû.

Çavkaniyek herêmî bi ajansa kurdpa ragehand: Li encama Şerê han de çekên hêzên dewletê ji aliyê xelkê ji wan hatin sitandin û piştre bi gotina çend axseqelên herêmê çekên wan bi wan hatine dan.

Çavkaniyê basê vê yekê jî kir ku çend kes ji welatiyên gund seva hereşe û gefên hêzên dewletê ber bi herêma Kurdistanê çûne.