Kolberekî xelkê bajarê Baneyê hate birîndarkirin

16:08 - 16 Çirriya paşîn 2020

Roja Yekşemî 25ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Necmedîn Muradî” xelkê gundê “Xuryava” ê ser bi bajarê Baneyê, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên ser sînorê “Sertezên” a girêdayê wî bajarî bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn.

Ew kolberê Kurd, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Baneyê hatibû veguhastin û rewşa tendirustiya wî kolberê Kurd, dijwar hatiye ragihandin.