Kolberekî temen 18 salî li ser sînorê bajarê Pîranşarê hate desteser kirin

15:50 - 22 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên întizamî yên hikûmeta Îranê ve, hate desteser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî, 30`ê Xezelwerê (21`ê Çiriya Pêşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Zeynedîn Şêxe” xelkê bajarê Serdeştê, li ser sînorê “Kanî xwe” a girêdayî bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên înitzamî yên hikûmeta Îranê hate desteser kirin.

Hêzên întizamî, ev kolberê Kurd yê temen 18 salî, bi tometa “veguhastina alavên qaçax” desteserkirine, û hêzên leşkerî jî piştî desteserkirina wî kolberê Kurd, dest bi ser alavên wî de girtine.

Karê kolberî, tenê çavkaniya kasibîkirinê ye, bo dabînkirina dahata jiyana xelkê herêmên ser sînoran, lê, ji aliyê hêzên întizamî yên hikûmeta Îslamî a Îranê, sivikatî bi van têkirin, û di piraniya caran de jî, her di van riyan de, kolberên Kurd rastî kuştin û birîndarkirinê dibin.

Kolber tex û qada zehmetkêş a Kurdistana Rojhilatê tê hesabkirin, ku li herêmên ser sînor bi karê kolberiyê mejûl in.

Ev tex û qada zehmetkêş, bi sebeba hejarî û destengî û bi neçarî bo dabînkirina dahata jiyana xwe , rû li vê pîşeya metirsîdar ya kolberiyê li herêmên ser sînor yê Kurdistanê dikin.