Kolberekî Kurd rastî gulleyên hêzên Hikûmetî hat

15:31 - 6 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd, xelkê bajarê Pîranşarê di bilindahiyên “Kanî Xuda” de rastî gulleyên hêzên Hikûmeta Îranê hat.

Li gora nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva 5`ê Nîsana 2018`an, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ketibûne pey komek ji kolberên Kurd, û di encama wê û gullereşandina hêzên hikûmetî ji kolberan, kolberê Kurd yê bi navê “Rehman Tifaxir” teman 45 salî, û xelkê bajarê Pîranaşarê birîndar dibe.

Li gor gotina çavkaniyeke haydar, ew kolberê Kurd di bilindahiyên “Kanî Xuda” a ser bi bajarê Pîranşarê de rastî vê bûyerê hatiye.

her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî, 1`ê Nîsanê kolberekî din yê Kurd bi navê “Tahir Hikmetî” xelkê bajarê Pîranşarê bi sedema gulleberdana hêzên nizamî yên hikûmeta Îranê, demildest canê xwe ji dest da,

Ev kasibkarê Kurd ku xwediyê çar zarokan bû, di nav daristanên Qendîlê di sînorê bajarê Pîranşar û Başûra Kurdistanê de rastî gulleyên hêzên hikûmetî hatibû.

Di demekê de kolberên Kurd dibine armanca gulleyên hêzên hikûmetê ku piraniya hevwelatiyên Kurd bi sedema rewşa xirab a aborî û nebûna derfetên karî û betaliyê di deverên kurdakinî de, bi neçarî rû ji vê pîşeya meitrsîdar a kolberiyê dikin, û di encamê de wan rastî gelek givaş û zehmetiyan , nemaze guleyên hêzên hikûmetî tên.