Kolberekî Kurd li sînorê bajarê Baneyê canê xwe ji dest da

18:07 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Şemî 19`ê Pûşperê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Hamîd Emînpûr”, temen 48 salî, kurê Husên û xelkê gundê “Masiyer” ê ser bi bajarê Seqizê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de li ser sînorê “Birwêşkanî”ê ser bi bajarê “Banê” canê xwe ji dest da.

Yek ji endamên malbata wî kolberî di hevpeyvînekê de digel Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragihandiye: “Hamîd Emînpûr bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, rastî xwînrêjiyeke dijwar bibû û termê navbirî sipêdeha roja Yekşemî 20`ê Pûşperê hatibû peydakirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdar kirina berê ew kolbere digel hejmareke din ji kolberan bi awayê rasterast dabûne ber gulleyan.

“Hamîd Emînpûr”, xêzandar û xwediyê Şeş zarokan e.