Kolberekî Kurd li Serdeştê hate kuştin

16:26 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate kuştin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 28`ê Rezberê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Luqman Reşîdzade”, kurê “ Rehman”, xelkê bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, hate kuştin.

Hêzên leşkerî bi bêyî agehdarkirina berê, teqe bi wî Kolberê Kurd kirine.

Roja Yekşemî, 28`ê Rezberê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Setar Rehîmnijad”, kurê “Mihemed”, xelkê gundê “Derekê” a girêdayî bajarê Merîwanê, di encama li pey ketina hêzên leşkerî, ji bilindahiyê kete xwarê.

Ew Kolberê Kurd, piştî ketina wî ji bilindahiyê re, pêyekî wî şikest û ji aliyê rûniştiyê dewerê ve, bo nexweşxana bajarê Merîwanê,  hate veguhastin.