Kolberekî Kurd li ser sînorê Serdeştê hate birîndarkirin

15:09 - 28 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd xelkê Serdeştê bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî bi giranî birîndar bû.

Li gora nûçeya ku gihîştiye nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Sêşemiyê 5`ê Befranbarê komeke kolberên Kurd dikevin boseya hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, û di encama teqeya rasterast ya van hêzan de, kolberekî Kurd bi navê Qadir Azade bi giranî birîndar dibe, û niha rewşa wî ne bşa e.

Derheq vê mijarê, nîveşeva 5`ê Befranbarê kasibkarekî Kurd xelkê Mehabadê bi navê Rehmet Silêmanzade, temen 33 salî, bi teqeya rasterast ya hêzên ewlekariyê ên hikûmeta Îranê, li ser riya Mehabad û Pîranşarê jiyana xwe ji dest da. Kolberî yek ji karên herî metirsîdar di Îranê de ye, ku xelkê Kurdistanê bi sedema bêkarî û nebûna kar, hawara xwe dibin ber vî karî li navçeyên sînorî de.

Her sal hejmareke wan kolberan bi sedema hatina reniyê, û mana li sirr û seqemê de, û çûna ser mînên çandî ji aliyê hikûmeta Îranê ve, û herwisa teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî ên Îranê canê xwe ji dest didin.