Kolberekî Kurd li ser sînorê Pîranşarê hate birîndarkirin

11:20 - 4 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Mihabadê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, hate birîndarkirin, û piştre bo nexweşxana bajarê Pîranşarê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî, 12`ê Sermawezê, komek ji Kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Pîranşarê, rastî gullereşandina raseras a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin û di encam de, kolberekî Kurd ê bi navê “Celal Xalidî”, xelkê bajarê Mihabadê, bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka gotina şahid halan, hêzên leşkerî yên hikûmetê, ew kolberê Kurd ê birîndarbûyî, kutane û cihê lêdanên wan li ser leşê wî xûya dike.

Ew Kolberê kurd ku pêyekî wî birîndar bûye, bona tedawiya pizîşkî, bo nexweşxana bajarê Pîranşarê hatibû veguhastine.