Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

16:46 - 30 Îlon 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de kolberekî Kurd yê bi navê “Soheyb Fêrdûsî” xelkê gundê “Dizaver” a ser bi Newsûdê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatibû birîndarkirin.

Ew kolberê ciwan di wê bûyerê de destê wî ber gulleya hêzên leşkerî kevtibû û bi awayekî dijwar hatibû birîndarkirin.

Ew kolbere digel hejmarek ji kolberên din bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve teqê ji wan hatibû kirin.

“Soheyb Fêrdûsî” bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî a bajarê Kirmaşanê hetiye veguhastin.