Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hate birîndarkirin

16:59 - 13 Çirriya pêşîn 2020

Demjmêr 9ê şeva Duşemî 21ê Rezberê, kolberekî Kurd yê bi navê “Wezîr Weysî” xelkê gundê “Cocar” a girêdayê Selasa a Bavecanî bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd di encama teqeya hêzên leşkerî de bi dijwarî hate birîndarkirin û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hate veguhastin û rewşa wî ya tendirustî nebaş e.

Çavkaniya “Kurdpa”yê daye zanîn, ku “Wezîr Weysî” temen 28 salî ye û çend meh dibû ku jiyana havpar pêk anîbû.

Di vê derheqê de roja şemî 19ê Rezberê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Rehmet Emînî” xelkê gundê “Darmekon” a ser bi beşa Wezê ya bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibû birîndarkirin.