Kolberekî Kurd li ser sînorê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî hat birîndarkirin

17:51 - 22 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 31`ê Cozerdanê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Serwer Restigar” kurê “Kerîm” xelkê gundê “Serdoş” yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Dolebî” a wî bajarî hat birîndarkirin.

Ew Kolberê Kurd temen 24 saliye û li mewdayek kin de bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe jê hatiye kirin.

Ew kolberê Kurd di vê bûyerê de, bo çareseriyên pizîşkî bo navendên dermanî yên Merîwanê hat veguhastin.