Kolberekî Kurd li ser sînorê Çaldiranê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate kuştin

11:43 - 27 Hezîran 2020

Êvara roja Pêncşemî, 5ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Elî Birokî Mîlan” û kurê “Adil” û xelkê gundê “Nawir” a ser bi bajarê Çaldiranê, piştî ku ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatibû binçavkirin, hêzên hikûmetê wî kolberê Kurd bi destê girtî didine ber gulleyan û navbirî dikujin.

Ew kolberê Kurd di bilindahiya sînorê Çaldiranê de ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve tê binçavkierin û hêzên hikûmetê wî kolberê Kurd bi destên girêdayî ji mewdaye dûr ve didine ber gulleyan û navbirî dikujin.

Her di vê derheqê de, êvara roja Çarşemî 4`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Qasim Serbaz” û kurê “Tacdîn” û xelkê gundê “Sêgirik” a ser bi bajarê Çaldiranê bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê di bilindahiya wî bajarî de canê xwe ji dest da.