Kolberekî Kurd li ser sînorê bajrê Banê hate birîndarkirin

16:44 - 10 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê banê, di encama teqeya rasterast a  hêzên leşkerî li ser sînorê wî bajarî hate birîndarkirin û bo nexweşxanê hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 18`ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Yadigar Îsmaîlî” xelkê gundê “Zilê” ya ser bi bajarê Banê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberê Kurd kirin.

“Yadigar Îsmaîlî” di wê bûyerê de bi teqa hêzên leşkerî hatibû birîndarkirin û niha li nexweşxana Selahedîn Eyûbî ya bajarê banê di bin tedawiya pizîşkî de ye.

Ew kolberê Kurd xwedan mal û bavê du zaroka ne.