Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Urmiyê birîndar bû

14:59 - 21 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndar bû.

li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, kolberê Kurd yê bi navê Şemsedîn Hacîzade, kurê Udêyd xelkê devera Soma û Bradost a girêdaiy bajarê Urmiyê, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hilûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bûye.

Ev kolberê Kurd ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li binkeya sînorî a bi navê “Bêrdok” bûye armanc.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî, ev kolberê Kurd di heyama veguhastina tiştên qaçax kirine armanca teqeyên xwe.

Her di vê pêwendiyê de, şeva Pênçşemî, 29`ê Xakelêweyê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê di dema li peyketina kasbikarê Kurd yê bi navê Efşîn Lutfî, kurê Xelîl, xelkê bajarê Seqizê, li ser riya di navbera bajarê Bîcar û Zencanê, ev dane ber gulleyan.

Wî kasibkarê Kurd bi sedema kûrbûna birînan canê xwe jidest daye.