Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Pîranşehrê hate birîndarkirin

17:38 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 22`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Tahir Tezahom” kurê Seyîd Husên û xelkê gundê “Nimincê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, hate birîndarkirin.  

Hêzên leşkerî yên hikûmetê ew kolbere digel hejmarek din ji kolberan, li ser sînorê Hacî Omranê, dane ber gulleyan.

Ew kolbere di wê bûyerê de çoka wî hatiye birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Pîranşehrê, hatiye veguhastin.