Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Baneyê birîndar bû

17:16 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 15`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mihemed Behramî”, kurê Şerîf û xelkê gundê “Baxçele” ê ser bi bajarê Seqizê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Baneyê birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li binkeha sînorî a “Hengejal”ê ya bajarê Baneyê, bi bê agehdarkirina berê ji mewdayeke nêzîk ve, ew kolbere dane ber teqeya rasterast.

“Mihemed Behramî”, bi sedema teqeya wan hêzane, pêyê wî bi awayek dijwar birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.