Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Banê hate birîndar kirin

17:37 - 5 Gulan 2021

Roja Çarşemî 15`ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mesûd Mihemedî”, xelkê gundê “Nenor” a ser bi bajarê “Banê” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdar kirina berê ‘ biawayekî rasterast ev kolberê Kurd dane ber gulleyan.

“Mesûd Mihemedî” bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî  yên bajarê Banê hatiye veguhastin.