Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê bûye armanca teqeya hêzên dijîgelî ên rejîmê

21:33 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Guleberdan û girtin û kuştina kasibkar û kolberên Kurdan li ser sînorên Kurdistanê dewam dike.

Li gorî rapora gehiştî Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, berwarê 26’ê Tîrmeha 2016’an, li Serdeştê di navbera kasibkarên deverê û hêzên çekdar ên rjîma Îslamî ya Îranê, li gundê “Bêzîlê” şer û pevçûn çê bûn û di encam de, hêzên rejîmê gule berdan xelkê, û kasibkarek bi navê “Ezîz Sidaqet” kurê “Wiso” xelkê gundê “Sûre Çem” canê xwe jidest da.

Hate ragehandin ku piştî kuştina Ezîz Sidaqet ji aliyê hêzên ser bi rejîmê ve, şer û pevçûn di navbera xelkê û hêzên serkutker ên rejîmê de derket holê.

Di raporeke din de roja 25’ê Tîrmehê li cihekî bi navê “Pingîne” ya li pişta gundê “Bêtûş”ê, careke din hêzên dije gelî ên rejîmê gule berdan kasibkar û kolberan û di encam de bab û kurek birîndar ketin.

Hate ragehandin ku birîna yek ji birîndaran bi navê “Ebdulla Resolyan” kûr e, û rewşa saxlemiya wî ne cihgîr e.

Her di vê derheqê de roja Dûşemî berwarê 9’ê Tîrmeha 2016’an, kolberekî ciwan bi navê “Hêdî Îsma’îlî” li nêzî gundê “Mêrgase” ya ser bi herêma Alan a Serdeştê, kete boseya hêzên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê û di encama teqeya rasterast de, bi tundî birîndar ket.

Eva di demekî deye ku serbarê berdewambûna kuştina kasibkar û kolberên Kurd ji aliyê hêzên dijegelî ên rejîma Îslamî ya Îranê û pirotestokirina vê ji aliyê nawendên navnetewî ên mafê mirovan ve, aliyên peywendîdar ên rejîmê hêj tu bertekek ji xwe nîşan nedane û tenanet gelek caran biryara teqeya rasterast jî tê dayîn.