Kolberekî Kurd ji ber teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da

20:47 - 21 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê, bi sebeba gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê wî bajarî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Reziberê, kolberê Kurd yê bi navê “Zekeriya Bikirî” kurê “Elî” xelkê gundê “Helec” a girêdayî devera Mirigewer a ser bi bajarê Urmiyê bi sebeba gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê hişdarî dana pêştir ji wî kolberê Kurd re, golle bi ser de berdane, û ew kolberê Kurd jî demldest canê xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve, di heyama çend rojên borî de, du kolberên din yên Kurd yên bi navên “Rehîm Girdesorî” xelkê gundê Girdesor, a girêdayî bajarê Pîranşarê û Mistefa Hesenî” xelkê bajarê Serdeştê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi dijwarî birîndar bûne û ew bo çareseriyê pîzişkî bo navendên tendrustiyê vaguhastine.

Golleberdana bo ser kolberên Kurd di Kurdistanê de di demekê de ye ku, Husên Zulfeqarî cihigêrê Siyasî û Ewlekariyê yê wezîrê dewleta Îranê di gotûbêja digel Nûçegihaniy “ILNA” yê de, derheq gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê bo ser kolberên Kurd de, wiha gotiye: “Êdî me tiştek bi navê kolber tune ye, ev peyva kolber jî peyvek bû ku em nizanin li kuderê peyda bûye. Hem xelkê û hem jî bo berpirsên hikûmetî pirsgirêk çê kiriye”.

Herwisa navbirî ev yeka jî daye zêdekirin ku: “Mixabin ez dibînim ku berpirsên hikûmetê yên din di dema axavitina derheq vê pirsgirêkê de, peyva kolber bi kar tînin, û ev ji sînorê neyasayî de hatiçûnê dikin, êdî kolber nînin, belku qaçaxçî ne, karê qaçaxçiyê jî nekin lê hatiçûna neyasayî dikin”.

Kolber navê yek ji qadên zehmetkêş yên Kurdistana Îranê e,ku di deverên sînorî de bi karê kolberiyê mejûl in.

Ev çîna zehmetkêş ya Kurdistana Îranê, ji ber destengî û hejariyê, neçar dibin bo dabînkirina bijêv û dahata jiyana xwe, rû li karê metirsîdar yê kolberiyê li deverên sînorî yên Kurdistanê bikin.