Kolberekî Kurd ji ber sirr û seqemê req bû
21:21 - 7 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê bi sebeba sirr û seqemê, di çiyayê “Şetre” de canê xwe ji da.
Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 15`ê Sermawêza 1396`an, hejimarek ji kolberên Kurd, li sînorên Kurdistanê, di çiyayê “Şetre” de, rastî ba û bahozê dibin û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Êdrîs Bayezîd” temen 25 salî xelkê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şinoyê jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyeke haydar li cihê bûyerê, ji Ajansa “Kurdpa”yê re daye zanîn ku: Termê wî kolberê Kurd, ji aliyê xelkê vê deverê ve hatiye dîtin, û kolberên din jî ku sirrêbirî bûne, ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine şandin.
Hatina demsala sirrê û barîna berfa zef, yek ji wan metirsiyan e di sînorên Kurdistanê de, ku kolberên Kurd digel de berbirû dibin.
Barên kolberan, kelûpel û tiştên taybet bi karê bazerganiya bajarên mezin yên Îranê ne, ku di derveyî yasaya gumrikê tê encamdan.