Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ve hate birîndarkirin

Êvara Şemî 22`ê Cozerdan, kolberekî Kurd yê bi navê “Welî Rostemî”, xelkê gundê “Piştkir” yê ser bi bajarê Selasa Bavecanî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin û di encamê de mil û destê navbirî hatine biîndarkirin.

“Welî Rostemî”, bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên pizîşkî hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemê 23`ê Cozerdanê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mesûd Xizirnijad”,xelkê bajarê Bokanê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê “Hengejal” ê ser bi bajarê Baneyê, birîndar bû.