Kolberekî Kurd bû qûrbaniyê teqîna mayînê

14:46 - 29 Çirriya pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Mayînên (mînên) ku nehatine komkirin, yên şerê 8 sale di navbera Îran û Îraqê de, di deverên sînorî yên kurdistanê, carna hemwelatiyên Kurd yên bajar û deverên cur bi cur yên Kurdistana Rojhilat dikin qurbanî.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, di roja derbazbûyî de bi sebeba teqîna mayîneke bi cih mayî, di sînorê Hacî Umeran-Pîranşarê kolberekî kurd bi dijvarî birîndar bû.

Nûçegihanê Kurdpa di bajarê Pîranşarê de,nasnameya wî kolberê kurd, Silêman Mehmûdî temen 46 salî kurê Hemze ragehandiye.

Çavkaniyeke haydar di vê derbarê de, ji Ajansa Kurdpa re ragehandiye ku: Ev kolberê kurd, xelkê bajarê Serdeştê û niha jî akincyê bajarê Pîranşarê ye.

Li gora gotina vê çavkaniyê, navbirî xwedyê 4 zarokan e, û ji bo dabînkirina bijêva jiyana xwe rû li deverên sînorî ên kurdistanê kiribû, ku tûşî vê bûyera nexweş bû.

Vê çavkaniyê di domê de gotiye ku: Bi sebeba bihêzbûna teqîna Mayînê, wî kolberê kurd piyê aliyê rastê yê xwe ji dest daye, û herwiha du tiliyên destê wî yê rastê û masûlkeyeke piyê aliyê çepê yê wî kolberê kurd xesar dîtine.

Tê gotin ku ew kolberê kurd, ji bo çareseriya pizişkî ji bo yek ji navendên dermanî ên bajarê Urmiyê hatiye şandin.

Li gora amar û zanyariyên destpêkî, di sala 1367`an, piştî bidawîhatina şerê di navbera Îran û Îraqê de, 1100 kîlomêtr ji sînorên hevbeş yên di navbera her du welatan de, bi mayîn û alavên teqînê yên bi cih maî hatiye dapoşîn.

Di parêzgehên Urmiye, Kurdistan, Îlam, û Xûzistanê bi berfirehiya nêzî 4 milyon û 200 hiktarî, aliyê kêm 16 milyon mayîn lê bi cih mane.