Kolberekî Kurd bo armanca gulleyên hêzên leşkerî yên rejîmê

19:27 - 7 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Bane birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Dûşemî 15`ê Rêbendanê, kolberê Kurd yê bi navê “Arman Felahî” xelkê bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Nenor” hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew kolberê Kurd bi sedema gullereşandina rasterat ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bûye, û bo Çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Bane veguhastine.

Her di vê derheqê de, di heyama rojên borî de, kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Ekber Mihemedlo”, temen 34 salî û kurê “Cimşîd” bi sedema gullereşandina rasterat ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Makoyî hate birindar kirin.

Ew kolberê Kurd di bilindahiyên çiyayî “Awacîq” a li ser sînorê bajarê Makoyê, hejmarek ji kolberan din rastî bosya hêzên leşkerî yên hikûmetê tên, û hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina pêştir, ew dabûne ber gulleyan.