Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast ya hêzên Întizamî hate birîndarkirin

15:46 - 24 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Urmiyê ketine ber teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Pêncşemiyê 30`ê Sermawezê, hejmarek ji kolberên Kurd li navçeya Soma û Biradostê dikevin boseya hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, û piştî destrêja gulleyan li kolberan, kolberekî Kurd bi navê “Mezher Selehşorî” bi giranî birîndar dibe.

Ew kolberê Kurd li çoka xwe de bi teqeya hêzên hikûmetî tê birîndarkirin, û bo çareseriya pizişkî ji bo navendên dermanî tê şandin.

Di vê derheqê de, demjimêr 1`ê nîveşeva 1`ê Befranbarê, teqeya hêzên hikûmetî li gundê “Zelê” ya bajarê Bane, birîndarbûna kolberekî Kurd bi navê Adil Mihemedpûr xelkê gundê Siyawme lê ket.

Herwisa demjimêr 3`ê piştînîvroya 30`ê Sermawezê, du kolberên Kurd, bi navên Mêhdî Ehmedpûr temen 27 salî xelkê gundê Birwîşkanî û Karsaz Ezîzî temen 30 salî kurê Mehmûd xelkê gundê “Kêlê” bi teqeya hêzên leşkerî ên hikûmetî bi giranî hatin birîndarkirin, û nûçegihanê Kurdpayê li bajarê Bane ji zarê pizîşkên nexweşxaneyê ve ragehandiye: Tendurustiya van du kolberên Kurd nebaş e.