Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Urmiyê hate birîndarkirin

10:16 - 30 Çirriya paşîn 2020

Roja Yekşemî 9ê Sermawezê kolberekî Kurd yê bi navê “Ayhan Xudayî” yê 22 sal û kurê Cemal, xelkê gundê “Koran” yê ser bi devera soma û birdust a girêdayê bajarê Urmiyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, gulle li serê wî ketiye û rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e.

Herwisa wê çavkaniyê di berdewamiyê de gotiye, ku ew kolber bi bê agehdarkirina berê rastî gullereşandina hêzên leşkerî hatiye.

Wê çavkaniyê daye zanîn: “Ew kolber bo çareseriya pizîşkî bo nexwşxaneya Azerbaycan ya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û niha li jêr çavedêriya pizîşkî de ye.

Ayhan Xudayî xêzandar e û bavê du zaroka ye.